Îsraîl: Metirsî heye Îran êrîsî Herêma Kurdistanê bike

04 December 2020 20:48 0 dîtin
Îsraîl: Metirsî heye Îran êrîsî Herêma Kurdistanê bike

PeyamaKurd - Berdevkê Fermî yê Nivîsgeha Serokwezîrtîya Îsraîlê Ofir, hişyarî da ku Îran hewla êrîşkirinê li ser Herêma Kurdistanê dike.

Ofir Gendelman li hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Li jêr ronahiya êrîşên vê dawiyê yên Îranê û beşdarbûna êrîşên terorîstî, metirsî heye ku Îran hewl bide êrîşî Îsraîliyan bike li welatên derdorê yên wek, Gurcistan, Azerbaycan, Tirkiye, Îmarat, Behreyn û Kurdistana Iraqê û tevahiya navçeyê û Afrîkayê.”

Gendelman dibêje, “Rêxistinên cîhadî yên cîhanî dixwazin êrîşî ser Îsraîlê bikin di nav tevgerê de ne. Dibe ku beşek ji wê pêla terorîzma Îslamî ya niha bigihine wan armancan ku wek civaka Cihû û Îsraîl têne naskirin.”

Berdevkê Fermî yê Nivîsgeha Serokwezîriya Îsraîlê herwiha ji medya erebî re daye xuyakirin, “Rêxistinên cîhadî yên cîhanî, bi taybetî DAIŞ û piştevanên wê, egereke zêde heye êrîşên terorîstî encam bidin, ev jî bi li ber çavgirtina êrîşên ku vê dawiyê li Fransa, Nemsa û Almanya hatine encamdan.”