Îsraîl: Derfeta azadkirina hemû hêsîran heye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re gotiye ku "şensê peymaneke ku wê di nav wan de hemwelatiyên Amerîkî jî di nav de serbest bên berdan heye."
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ya doh de hat diyarkirin ku Katz bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re bi telefonê axivî.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Katz derbarê muzakereyên pevguhertina hêsîran de agahî daye hevtayê xwe yê Amerîkî Austin.
Hat diyarkirin ku Wezîr Katz derbarê muzakereyên li ser berdana hêsîran de agahî daye hevtayê xwe yê DYAyê Austin. Wî got ku "niha derfetek ji bo peymanek nû heye ku wê rê bide vegerandina hemî hêsîran ku di nav de hemwelatiyên Amerîkî jî hene."
Katz di 4ê Kanûnê de wiha got, "Vê carê bi rastî şansek me heye ku em bi Hamasê re pevguhertina girtiyan bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin