Îsraîl û Hemas dê îro careke din hêsîran bi hev biguherin

25 January 2025 11:29 0 dîtin
Îsraîl û Hemas dê îro careke din hêsîran bi hev biguherin

PeyamaKurd – Tê payîn ku Hemas û Îsraîl careke din hêsîran bi hev biguherîn.

 Îro roja 7emîn a peymanê ye û li gorî peymanê Hemas dê 4 leşkerên jin ên Îsraîlî berde. Li hember vê yekê jî bendewarî ew e ku Îsraîl 200 girtiyên filistînî berde.

Ji pevguhertina girtiyan ekîbên Xaça Sor çûne Girtîgeha Ofer a di navbera Quds û Ramallahê de ji bo ku girtiyên Filistînî wergirin.

Her weha artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne her 4 endamên xwe yên di destên Hemasê de wergirin.