Gola Urmiyê bi yekcarî hisk dibe: Metirsîya jiyanê li ser milyonan welatiyên Kurd û Tirk heye

20 October 2023 20:39 0 dîtin
Gola Urmiyê bi yekcarî hisk dibe: Metirsîya jiyanê li ser milyonan welatiyên Kurd û Tirk heye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku beşek ji Gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi temamî hişk bûye û tenê bûye cihê bagera xwê ku paşmayên bê veger.

Gola Urmiyê bi salan e ji ber xemsarî û helwesta hikûmeta Îranê rûbirûyî hişkbûnê ye, her diçe zêdetir deverê golê bi awayekî bêveger hişk dibin.

Ji ber ziwabûna derdora Gola Urmiyê, baxçeyên derdora golê, jiyana kovî ya ajalan, xweza û ekosîstema gelek deverên derdora golê jî têk çûye.

Hikûmeta Îranê bi armanca derxistina kangeha Lîtyum û armancên siyasî, gola Urmiyê bi zanebûn hişk dike û niha  bûye sedem ku jiyana xelkê li parêzgehên Urmiye, Tewrêz, Erdebîl û çend parêzgehên din jî rûbirûyî gefê bibe.

Hêjayî gotinê ye, ji ber kangehan nexweşiyên pêst, pişik û dil li ser xelkê derdora gola Urmiyê djîn peyde dibin.

Ji dest çûna gola Urmiyê herwiha tê wateya metirsî û gefê li ser bi milyonan welatiyên Kurd û Tirk ên li wê herêmê dijîn û bi siyaseteke zanebûn ev tê kirin.