Ji bo zuhabûna Gola Urmiyê, lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Îranê bi hinceta xemsariyê di derbarê zuwabûna gola Urmiyê ku yek ji mezintirîn golên cîhanê ye, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serdozgerê Azerbaycana Rojava Nasir Atbatî, ji malpera nûçeyan a Asriranê re axivî û li ser mijarê agahî dan.
Atbatî di axaftina xwe de got, "Deriyê ku Gola Urmiyê ji hev dike û bajarên Urmiye-Tebrizê bi hev ve girêdide, yek ji destwerdanên mirovî ye. Rayedarê Îranê anî zimên ku polîtîkayên çewt ên çandiniyê di zuwabûna golê de jî bi bandor e.
Divê girîngî bidin hilberîna berhemên kêmav. Di polîtîkayên çandiniyê de û lîsansa bîrên kûr de nîşaneyên pirsê hene."
Nasir Atbatî diyar kir ku darazê biryar da ku der barê zuhabûna golê de lêkolînê bike û got, "Di nav 15 û 20 salên dawî de rewşa Gola Urmiyê xerabtir bûye."
Gola Urmiyê ku di sala 2003yan de ji ber ziwabûnê asta ava wê dest bi kêmbûnê kiribû, di sala 2013an de ketibû bin metirsiya zuwabûna bi temamî.
Hat diyarkirin ku ji sedî 95ê gola ku li bakurê rojavayê Îranê ye niha hişk bûye.
Her wiha Gola Urmiyê di sala 1976an de ketibû nav Tora Cîhanî ya Rezervên Biyosferê ya UNESCOyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin