Derbarê zuwabûna gola Urmiyê de lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin, derbarê zuwabûna gola Urmiyê ku yek ji mezintirîn golên xwê yên cîhanê ye û li Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) ye, bi hinceta xemsariyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serdozgerê Azerbaycana Rojava Nasir Atbatî ji malpera nûçeyan a Asriranê re axivî û têkildarî mijarê agahî da.
Atbatî got: "Deriyê gola Urmiyê ji hev dike û bajarên Urmiye-Tebrizê bi hev ve girêdide, yek ji destwerdanên mirovî ye."
Nasir Atbati diyar kir, polîtîkayên çewt ên çandiniyê di zuhabûna golê de jî bi bandor bûn û got, "Divê girîngî bidin hilberîna berhemên ku av tê teserûfkirin. Di polîtîkayên çandiniyê de û lîsansa bîrên kûr de nîşaneyên pirsê hene."
Atbatî eşkere kir, darazê biryar da ku der barê zuhabûna golê de lêkolînê bike û got, "Di nava 15-20 salên dawî de rewşa Gola Urmiyê xerabtir bûye.
Gola Urmiyê ku di sala 2003an de ji ber ziwabûnê asta ava wê dest bi kêmbûnê kiribû, di sala 2013an de ketibû bin metirsiya zuwabûna bi temamî. Hat diyarkirin ku niha ji sedî 95ê gola Rojhilat hişk bûye.
Ziwabûna gola Urmiyê ku yek ji mezintirîn golên xwê yên cîhanê ye, bandoreke nerênî li jiyana xelkê ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin jî dike.
Dem bi dem ji bo vejandina golê xwepêşandan tên lidarxistin.
Gola Urmiyê di sala 1976an de ket nav Tora Cîhanî ya Rezervên Biyosferê ya UNESCOyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin