Pisporên Ekolojiyê: Ji %95ê Gola Urmiyê hisk bûye, sedem hikûmeta Îranê ye
PeyamaKurd - Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyî ziwabûna bi temamî bûye û pisporên ekolojiyê û çalakvan dibêjin, hikûmeta Îranê bi zanebûn dibe sedema hişkbûna Gola Urmiyê ku ev jî tê protesto kirin. Doh Şemiyê li bajarê Urmiyê ji ber xemsariya hikûmeta Îranê li hember hişkbûna gola Urmiyê xwepêşandan hat kirin û gelek kes jî hatin girtin.
Derbarê mijara hişkbûna Gola Urmiyê de, pisporê jîngehê û ekolojîst Nasir Keremî jî di hevpeyvîna digel weşana Iran Wire de gotiye: “Ji sedî 85 sebeba ziwabûna gola Urmiyê hikûmeta Îranê ye”.
Çalakvanê mafê mirovan Yaşar Hekkakpûr jî diyar kiriye ku, pirsa gola Urmiyê ne ziwabûn e, lê ziwakirin e û daye zanîn, ji 27 hezar salan berî niha ve gola Urmiyê ti carî hişk nebûye û sedemên mirovî û lêdana avbendan sedema bingehîn a çikbûna gola Urmiyê ne.
Li gorî belgeyên zanistî devera gola Urmiyê, ji 7 hezar salan berî niha ve cihê şaristaniyê û jiyana mirovan bûye, lê heger ji hişkbûna yekcarî neyê rizgarkirin, dê bibe deverek şoreket û cihê bagerên xwê ku di berdewamiya vê rewşê de jiyan û werzêrî dê raweste û xelk neçar bimînin ber bi cihên din ve koç bikin.
Rêveberê giştî yê kirîzan li parêzgeha Urmiyê Emîrebas Ceiferî herî dawî eşkere kiriye; “Ji sedî 95 ava gola Urmiyê hişk bûye”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin