Komeleya Çalakvanên Îranê: Metirsî heye 58 xwepêsander bên îdamkirin

22 December 2022 23:31 0 dîtin
Komeleya Çalakvanên Îranê: Metirsî heye 58 xwepêsander bên îdamkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rejîma Îranê xwepêşandarên hatine girtin, bi tohmeta dijderketina xweda dadge dike û cezayê îdamê li ser wan disepîne ku niha metirsîya darvekirina 58 xwepêşanderan heye û 10 ji wan jî li Rojhilatê Kurdistanê ne.

Komeleya Çalakvanên Îranê îro 22yê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi tometa beşdariya xwepêşandanan cezaya darvekirinê li ser 11 kesan hatiye sepandin û 47 kesên din jî hatine tometbar kirin ku cezaya darvekirinê li ser wan bisepînin.

47 kesên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, bi tohmeta serhildana li dijî desthilata Îranê, “şerê li dijî Xwedê”, çêkirina nearamî û têkdana asayişa giştî têne tometbar kirin ku ji bo her yek ji wan cezayê îdamê hatiye xwestin.

Çend roj berê jî 2 kes bi tohmeta beşdarîya xwepêşandanên Meşhed û Tehranê, bi tawana “şerê dijî Xwedê” hatibûn cezakirin û îdamkirin.

Tevî hemû bertek û nerazîbûnên civaka navdewletî jî Îran hem di daxwaziyên xwepêşanderan de hem jî di îdaman de paşde gav navêje ku heta niha li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan zêdetirî 500 kes jî bi destê hêzên rejîmê di xwepêşandanan de hatine kuştin.