Îranê pistî raporta Yahoo Newsê gefa cezakirinê xwar: Destê kî tê de hebe!
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade piştî belavbûna raporta Yahoo News kur hurgiliyên operasyona kuştina Qasim Suleymanî belav kir gefa cezakirinê xwar.
Xetîbzade di civîneke rojnamevanî di got, ew ê bi awayekî rasterast yan ne rasterast beşdarî kuştina Qasim Suleymanî bûbe, wê berpirsiyariya xwe ya yasayî û cezakirinê hilgire ser xwe û lêkolîn jî di wê bûyerê de berdewam e.
Li gorî medya fermî ya Îranê Seîd Xetîbzade behsa naveroka raporta Yahoo News a Amerîkî ya derbarê beşdariya Dije-Terora YNKê CTG di kuştina Fermandarê Supaya Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî de kir û ragihand, her kesê bi awayekî rasterast yan ne rasterast beşdarî di kuştina Qasim Suleymanî de kiribe, dê berpirsiyariya xwe ya yasayî û cezakirinê hilgire ser xwe.
Xetîbzade da xuyakirin ku lêkolîn di dosya kuştina Qasim Suleymanî de ji aliyê desthilatên dadwerî û rêxistinên navdewletî ve berdewam in û di warê siyasî, yasayî û ewlehiyê de jî ew ligel aliyên Iraqî di guftûgokirinê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin