Îtalya | Rapora Covid-19: Mirinên herî zêde ji temenên 60-79 salî ne

22 March 2020 15:42 0 dîtin
Îtalya | Rapora Covid-19: Mirinên herî zêde ji temenên 60-79 salî ne

PeyamaKurd - Derbarê mirinên zêde yên ji vîrusa koronayê li li Îtalya de, raporek hatiye belavkirin ku tê de tê gotin, ji nav 3 hezar û 200 kesên mirin e, 2 hezar û 443 kesên mirine temenê wan di navbera 60 û 79 saliyan de ne. Li gorî raporê ti kesek ji temenê di bin 30 salî de nemiriye. 

Li gorî rapora The Surveillance Group (Grûba Çavdêriyê) amade kiriye cih ji temenên kesên mirine re hatiye veqetandin û hejmara jin û zilamên mirine hatiye eşkerekirin. 

Li Îtalyayê het doh 4 hezar û 825 kesan jiyana xwe ji dest da. 53 hezar û 578 bûyer hatine tespîtkirin. Li gorî raporê herî zêde mirin li bajarê Mîlanoyê ku wek navenda modayê tê zanîn pêk hatine. Tê gotin 2 hezar û 175 kesan li vê herêma Lombardiya ya Mîlanoyê jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 68 herî zêde mirin li Lombardiyayê pêk tê û di pey re jî ji sedî 16.4’an Emilia Romagna tê. Hejmara mayî jî bûyerên mirinê li tevahiya welat belav bûye. 

Yên jiyana xwe ji dest didin temenê wan di navbera 31 salî û 103 salî de diguhere. Temenê mirinê wek 78.5 hat tespîtkirin. Temenê jinên jiyana xwe ji dest didin teqrîben 82 ye û temenê zilaman jî teqrîben wek 79 hat diyarkirin. Temenê kesên vîrûsa koronayê li wan geriyaye jî teqrîben wek 63 hat diyarkirin. 

Di raporê tê gotin kesên temenê wan di navbera 0-30 salî de ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest nedane. 

Ji ber vîrûsê 3 hezar û 200 kes mirin e û 2 hezar û 443 kesên mirine jî jî temenê wan di navbera 60 û 79 saliyan de ne. Hat gotin yên temenê wan di bin 30 salîbûnê de ye kes ne miriye. 

Li gorî raporê ji 3 hezar û 200 kesên jiyana xwe ji dest dane, temênê 2 hezar û 443 kesan di navbera 60 û 79 saliyan de diguhere. Kesên temenê wan di bin 50 saliyê de jî 36 kes mirin e. Di raporê de tê gotin ji ber vê vîrûsê zilam ji jinan bêtir jiyana xwe ji dest didin. Ji 3 hezar û 200 kesî 2 hezar û 252 zilam in û 948 jî jin in.