Erdogan û Reîsî civiyan: Tirkiye dixwaze bibe garantor!

09 November 2023 18:26 0 dîtin
Erdogan û Reîsî civiyan: Tirkiye dixwaze bibe garantor!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, di çarçoveya Lûtkeya 16emîn a Rêxistina Hevkariya Aborî ya li paytexta Ozbekistan Taşkentê hat lidarxistin de, civiyan.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê derbarê hevdîtina ku îro 9ê Mijdarê li Taşkentê hate kirin de daxuyanî da û ragihand, krîza mirovî ya piştî êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê, gavên bo çareseriyê bên avêtin û pêwendiyên dualî yên navbera Îran-Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku bidawîanîna êrîşên Îsraîlê wê xizmeta aştiya cîhanê bike û pêwîste Rêxistina Hevkariya Îslamî jî di lûtkeya awarte de, hewla dîtina çareseriyekê bide.

Herwiha Erdogan destnîşan kiriye ku Tirkiye amade ye berpirsiya garantoriyê bigre ser xwe û xwestiye civaka Îslamî bi helwesteke hevpar fişara li ser Îsraîlê zêde bikin.