Graham û Erdogan civiyan: Tirkiye hevpeymaneke gelekî girîng e!
PeyamaKurd – Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham, bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Amerîkayê ye re hevdîtinek pêk anî û got, “Tirkiye ne tenê li Sûriyê ji bo tevahiya herêmê hevpeymaneke gelekî girîng e”.
Piştî hevdîtina ku Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beşdarî kirin, Graham da xuyakirin ku ew di hevdîtinê de li ser pêşhatên Sûriyê û bernameya balafirên F-35an axivî ne.
Senator Graham got ku di hewlên bo yekgirtina Sûriyê de û di hewlên bo serneketina Esed de piştgiriya Tirkiyê jêneger e û got, “Ya herî girîng jî Tirkiye rê li ber qetilkirina 4 milyon şêniyên Idlibê digire.”
Lindsey Graham piştî hevdîtinê pesnê Tirkiyê da û diyar kir, “Ez ji bo pêwendiyeke stratejîk ya pêşketîtir bi Tirkiyê re bi hêvî me. Herwiha vegera Tirkiyê bo bernameya F-35an û pêkanîna êkeftina bazirganiya serbest pir girîng e. Tirkiye ne tenê li Sûriyê ji bo tevahiya herêmê hevpeymaneke gelekî girîng e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin