Robert Ford: Erdogan berya hilbijartinê dixwaze avataj bidest bixe

11 January 2023 00:15 0 dîtin
Robert Ford: Erdogan berya hilbijartinê dixwaze avataj bidest bixe

PeyamaKurd – Serkonsulê berê yê Şamê yê Amerîkayê Robert Ford li ser xwenêzîkkirina şam û Ankara gotarekî nivîsand û tê de behsa têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê kir. Ford dibêje wê hilbijartin ji bo Erdoğan gelek zahmet be û weha dibêje:

“Nêzîkbûna her dû dewletan di navbera Tirkan de di meha hilbijartinê de leystikekî siyasiye û li vê derê armanca Erdoğan ku di berjewendiyên Tirkiyê yên krîtîk de hinek din jî avantajê bixe dest. Li hinek herêmên Sûriyê xwenêzîkirina her dû dewletan bû sedem ku bertek bên nîşandan û çalaki çêbibin.

Di rojeva siyaseta Tirkiyê de xalekî jî destpêkirina pêwendiyên bi Sûriyê re ne. Divê Erdoğan di serî de hinek pêşdeçûnan bike. Vê gotinê jibîr nekin: pêşdeçûn. Piştî hevdîtina wezîrên bergiriyê yên Rûsya, Turkiye û Sûriyê wê wezîrên karên derve jî hevdîtin bikin. Belkî berya hilbijartinê her dû lîderên dewletan jî hev bibînin. Di vir de Erdoğan dikare bêje pêşdeçûn heye.”

Di gotara ku di medya Erebî de hat belavkirin de weha dewam dike:

“Ez vê jî bêjim: Esed ji Erdoğan hez nake û pê bawer nîne. Ji bo pêşdeçûn bibe, Rûsya zorê dide ser Esed. Wê Esed bende be ku xelatekî bidinê. Wezîrê karên derve yê Îmaratan seredana Şamê kir. Belkî Îmaratê ji bo Esed hevdîtina bi Erdoğan re ji bo qebûl bike xwest wî razî bike. Ev rewşa han bibîra min anî ku çawa rêvebiriyên Bush û Clington 30 sal berê di mijara Fîlîstîn û Îsraîlê de dema li serê hûr bûbûn, pêvajoya ku jiyabûn anî bîra min. Bi Fîlîstînê û Îsraîlê re gelek hevdîtin, grûbên xebatê û alîkariyên paketan jiyabûn. Di encamê de biryarên zor, tawîz û îmtiyaz derketibûn holê. Ne Şam û ne jî Ankara cîh nade wan tawîz û îmtîyazan.”