Times of Israel: Siroveyên Erdogan yê di derbarê Îsraîlê de pir erênîne

26 December 2021 01:31 0 dîtin
Times of Israel: Siroveyên Erdogan yê di derbarê Îsraîlê de pir erênîne

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li koşka serokkomariyê endamên hevkariya civaka Yahûdî ya Tirk û welatên Îslamê yê hevkariya Hahaman li koşkê qebûl kir. Di wexta qebûlkirinê de Erdoğan weha got:

“Têkiliyên Tirkiyê û Îsraîlê ji bo îstîqrar û ewlehiya  herêma me tiştekî heyatiye. Tevî li ser mijara Fîlîstînê fikrên me cudane jî, têkiliyên me yên di seha aborî, bazirganî û tûrîzmê de, di rêya xwe de dimeşin. Tevgerên Îsraîlê yên ji bo aştiyane û erênî wê destekê bide pêvajoya normalîzebûnê.”

Rêvebirekî siyasî yê Îsraîlê gotinên Erdoğan weha şirove kir:

“Em li gotinên wî şaş man û ji me re xerîb hatin. Divê bên ravekirin û bersiveka maqûl bê dayîn û peyama wî peyamekî xwurte.”