Çavusoglu: Erdogan û serokomarê Îsraîlê 4 caran hevdîtin kirin

10 February 2022 17:05 0 dîtin
Çavusoglu: Erdogan û serokomarê Îsraîlê 4 caran hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di bermaneyeke televizyoneke Tirk de derbarê pêwendiyên ligel Îsraîlê de eşkere kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 4 caran hevdîtin ligel Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog re pêk aniye.

Çavuşoglu di berdewamê de jî diyar kir ku wî jî ligel hemkarê xwe yê Îsraîlî hevdîtin pêk aniye û normalkirina pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê nayê wateya firotina doza Filîstînê.

Wezîrê Tirk got ku Îsraîl jî helwesta wan a bo Filîstînê dizane ku ew çareseriyeke du dewletî dixwazin.

Herwiha Çavuşoglu di axaftina xwe de da zanîn ku wî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bo Tirkiyê vexwendiye û wî jî daxwaz kiriye biçe Washingtonê daku mijarên rojevê yên wekî balafirên F-35 û kirîna F-16an bi berfirehî ligel rayedarên Amerîkî biaxive.