Serokê Herêma Kurdistanê îro bi Erdogan û Çavusoglu re dicive
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, biryar e di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, îro bi Serokkomarê Tirkiyê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re bicive.
Li gorî zanyariyan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, li gel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bicive.
Serok Nêçîrvan Barzanî do ji aliyê Çavuşoglu ve hat pêşwazîkirin û di çarçoveya kobendê de, gelek têkiliyên dîplomatîk pêk anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin