Erdogan, serokê herêma Kurdistanê Nêçîravan Barzanî dawetî Ankara kir

31 May 2023 22:33 0 dîtin
Erdogan, serokê herêma Kurdistanê Nêçîravan Barzanî dawetî Ankara kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan hilbijartinê qezenc kir û car din bû serokomarê Tirkiyê, wî pîroz kir. Erdoğan, ji bo Nêçîrvan Barzanî tevlî merasima sondxawrina wî bibe, wî dawetî Ankara kir. Li gor ragihandina serokkomariya Kurdistanê; Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de Erdoğan pîroz kiriye û Erdoğan jî Barzanî dawetî Ankara kiriye.

Barzanî, ji hukumet û xelkê Tirkiyê serkeftinê xwestiye û gotiye ew amade ne di her sehayê de têkiliyên xwe bi Tirkiyê re pêşde bibin.

Erdoğan jî ragihandiye ku ew dixwaze têkiliyên Tirkiyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re pêşde bibe û li ser hinek mijarên herêmê û mijarên hevpar axifîne.