Serokê Herêma Kurdistanê bi Mevlut Çavusoglu re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya.
Li gor zanyariyan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja duyem a Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civîneke nêzî nîv saetê pêk anî.
Zanyarî destnîşan dikin, di civinê de pêwendiyen Tirkiye û Herêma Kurdistanê hatin axavtin, bi şeweyeke giştî qala Iraqê û navçeyê hate kirin û di heman demê de, qala şerê Rûsya û Ukraynayê jî hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin