Rusya: Em bi awayekî erênî, li pêsniyaza Erdogan dinihêrin
PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Mihail Bogdanov, li ser pêşniyaza Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku di derbarê hevkariya Rusya, Tirkiye û Suriyeyê de axivî û diyar kir ku ew bi awayekî erênî li vê pêşniyazê dinihêrin.
Mihail Bogdanov da zanîn ku ew pêşwaziya fikira Recep Tayip Erdogan a ji bo lidarxistina civîneke sêalî ya ku dê bi serokên Rusya û Suriyeyê re bên cem hev pêşwazî dikin.
Bogdanov der barê mijarê de wiha got:
"Em her tim asayîkirina pêwendiyên welatên cîran ên serwer, bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Lê belê em tenê dikarin helwesta Tirkiyeyê pêşwazî bikin, em bi awayekî erênî lê dinêrin.”
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, duh divegere serdana xwe ya Turkmenîstanê de pirsên rojnamevanan bersivandibûn û li ser mijarê wiha gotibû:
“Em niha dixwazin Suriye, Tirkiye û Rusya, em bi hev re gavên sêalî bihavêjin. Ji bo vê yekê divê pêşî saziyên me yên îstîxbaratê, wezîrên berevaniyê û piştre jî wezîrên me yên karên derve bên cem hev. Piştî ku wan hevdîtinên xwe kirin, piştre em rêber werin cem hev. Min ev pêşniyaz li Birêz Putin kir. Wî jî bi awayekî erênî lê nihêrt. Bi vî awayî em ê xeleka hevdîtinan bidin destpêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin