Rusya: Pira Kerçê, bi awayekî beskî hat vekirin

18 July 2023 16:00 0 dîtin
Rusya: Pira Kerçê, bi awayekî beskî hat vekirin

PeyamaKurd- Hikûmeta Rusyayê ragihand ku pira ku bi Kirimê ve girêdide rojek piştî êrîşa ku hat kirin bi awayê beşkî hat vekirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê hikûmeta Rusyayê ve hatin ragihandin, pira ku Rusyayê bi Kirimê ve girêdide; rojek piştî êrîşa ku hat kirin bi awayekî beşkî hat vekirin û hat diyarkirin ku li ser Tengava Kerçê trafîka wesayîtan bi yek rêyekê dest pê kir.

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ku piştî êrîşê bi rayedarên hikûmetê re civîneke awarte li dar xist, êrîş wekî "êrîşa terorîstî" ya rejîma Kievê bi nav kir û got ku “Pir ji bo sewqiyata leşkerî nayê bikaranîn û ji ber vê yekê bêguman dê bersiva Rusyayê ji vê re hebe. Wezareta Parastinê di derbarê mijarê de pêşniyazan amade dike."