Rusya: Ukraynayê, bi mosekan li pira Kirimê da!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Rusyayê hatin ragihandin, hêzên Ukraynayê bi şev li pira sereke ya navbera Kherson û Kirimê xist.
Li gorî agahiyên ku hatin dayîn, hêzên Ukraynayê êrîşeke moşekî li ser pira ku herêma Kherson ya Ukraynayê û Kirimê bi hev ve girê dide, kir.
Parêzgarê Khersonê Vladimir Saldo yê ji aliyê Rusyayê ve hatiye tayînkirin, di derbarê êrîşê de axivî û got,
“Dibe ku bi moşekên Storm Shadow ku zirarê didin rê, hatibe êrîşkirin lê çûnehat ber bi rêyeke din ve hat guheztin.”
Li gorî agahiyên ku di derbarê vê êrîşê de hatin dayîn, hat diyarkirin ku heta niha ziyanên canî nehatine destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin