Bi piranî ji Îsraîl û Ukraynayê re! 105 milyar dolar fon!
PeyamaKurd – Li Amerîkayê, rêveberiya Serok Joe Biden ji Kongreyê 105 milyar dolar drav xwestiye, piranî ji bo piştgirîkirina Ukrayna û Îsraîl û herwiha ji bo zêdekirina tedbîrên ewlehiyê li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hat diyarkirin, ji 105 milyar dolarê zêde 14,3 milyar dolar di çarçoveya alîkariya ji bo Îsraîlê hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, 4 milyar dolar ji vê mîqdarê wê ji bo xurtkirina pergalên berevaniya hewayî û moşekî yên Iron Dome û David Sling û 1,2 milyar dolar jî ji bo pêşxistina pergala parastina hewayî ya Demir Işin were bikaranîn.
Herwiha hat gotin, para 61 milyar dolarî ku piraniya pereyên zêde yên ji Kongreyê tê xwestin pêk tîne, di çarçoveya alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê de ye.
Rêvebiriya Biden ji Kongreyê 105 mîlyar dolar foneke din daxwaz dike, piranî ji bo Îsraîl û Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin