Ukraynayê mosek bi ser Kirimê de barandin

24 March 2024 11:02
Ukraynayê mosek bi ser Kirimê de barandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Ukraynayê derengiya şeva borî bi ser hêzên Rûsya yên li Kirimê de moşek barandin û gelek teqîn li herêmê çêbûn.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Sîvastopolê Mihail Razvojayev, li demjimêr 22,44ê şevê êrîşeke berfireh li ser Kirimê hatiye kirin û û diyar kir sîstemên berevaniya asmanî ketine dewrê û hewla îmhakirina moşekan dane.

Li gorî parêzgarê Sîvastopolê artêşa rûsî zêdetirî 10 moşek beriya bikeven rûxandine û di encama ketina hin moşekan dte jî zarokek û jinek birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, li ser medya civakî jî dîmenên teqîn û duxanê yên li Kirimê hatin belavkirin û herwiha hate ragihandin ku pireya Kirimê ku beriya niha jî rastî êrîşên Ukraynayê hatibû ji çûnûhatinê re hatiye girtin.