Rusyayê, pêsniyaza diyalogê li herdu welatan kir

26 July 2023 14:00 0 dîtin
Rusyayê, pêsniyaza diyalogê li herdu welatan kir

PeyamaKurd- Wezîrên karên derve yên Rusya, Azerbaycan û Ermenîstanê, li ser rojeva Qerebaxê civînek kir. Li gorî hat ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê, pêşniyaza diyalogê li herdu welatan kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di navbera Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov, Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov de li avahiya Wezareta Karên Derve ya Rusyayê de civînek hat kirin.

Hat zanîn Sergey Lavrov, piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku tê plankirin ku îsal civîna bê ya serokên Rusya, Azerbaycan û Ermenîstanê bê lidarxistin û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Em hêvîdar in ku pêvajoya muzakereyê berdewam bike. Hem Azerbaycan û hem jî Ermenîstan eleqeder in ku ne tenê Rusyayê bi kar bînin. Divê welatên din jî wekî navbeynkar bên bikaranîn. Em fêm dikin. Em gavên ku ji bo lihevkirinek di navbera Baku û Erîvanê de hatine havêtin û daxwazên kesên ku wekî me di vî warî de dixebitin, bi kêr hatî ne. Lê divê ev yek li gorî berjewendîyên gelên Azerî û Ermenî be.

Di vê çarçoveyê de dê perspektîf ji bo cîbicîkirina projeyên ne tenê yên herêmî, yên berfirehtir di sektora veguhestinê de bên vekirin."