Kremlîn: Tirkiyeyê, bersiva erênî da pêsniyaza me

14 October 2022 17:30 0 dîtin
Kremlîn: Tirkiyeyê, bersiva erênî da pêsniyaza me

PeyamaKurd- Berdevê Kremlînê Dimirtiy Peskov ragihand ku pêşniyaza wan ku ku ji bo gaza Rusyayê di ser Tirkiyeyê re bigihîje Ewropayê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin.

Peskov, bi rêya daxuyaniyê ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand ku pêşniyaza wan a vê xeta veguhestina gazê ya ber bi Ewropayê ve ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin û bersiva erênî ji bo wan hatiye dayîn.

Dimitriy Peskov diyar kir ku Putin û Erdogan, ji bo ku ku ev xebat demildest bên kirin, telîmat dane.

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li ser vê mijarê duh di civîna CICAyê ya Astanayê de ragihandibû ku ji bo gaza Rusyayê derbasî Tirkiyeyê bibe, ew ê pergaleke xeta boriyan bê avakirin û dê di ser vê xeta navendî re gaz ji bo Ewropayê bê şandin.

Vladimir Putin diyar kiribû ku dê ev navend, ji bo diyarkirina buhayên gazê jî bê bikaranîn.