Hamasê bi erênî bersiva guhertina dîlan da

07 February 2024 01:29
Hamasê bi erênî bersiva guhertina dîlan da

PeyamaKurd – Qatar ragihand ku ji bo Hamas û Îsraîl esîrên xwe bi hev biguhêrin bersiva erênî daye. Serokwezîrê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdulrahman Al Sani ragihand ku Hamasê bersiva guhertina esîran daye û weha got:

“Li ser teklîfa esîran Hamasê hinek şiroveyan kir lê em dikarin bÊjin bi awayekî giştî bersivekî erênî da.”

Al Sanî daxwuyaniya xwe di wexta bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Antony Blinken re derket ber çapemeniyê da û weha dewam kir:

“Alîkariya ji bo Xezzayê dewam dike. Li nexweşxaneyan dixin, bombebaranan dikin û mirov di rê de tên kuştin. Di wexta vê krîzê de em qiymetê didin hevkariya bi Amerîka re û teqdîr dikin.”

Wezîr Blinken jî ragihand ku daxwaza ji Hamasê hatiye di ber çav de derbas dike û wê sibê mijarê bi hukumeta Îsraîlê re biaxife û got armanc ji peymanê ew e ku peymanê firehtir bike û weha dewam kir:

“Hêjî gelek tişt hene ku divê bên kirin. Lê em bawerin ku divê peyman çêbibe. Ji bo em bi ser bikevin bê rawestan em ê xebata xwe dewam bikin.”

Di peymanê de heye 6 hefte navber bixin şerê Xezzayê û girtiyên her dû terefan bi hev biguhêrin.