Îsraîl guhertina dîlan qebûl kiriye lê li benda bersiva Hamasê ne
PeyamaKurd – Li gor hjevdîtinên niha yên di navbera Îsraîlê û Hamasê de ku hinek dewlet û dezgeyên din navbeynkariya wan dikin, ji bo agirbesa 4 mehan û guherîna dîlên navbera her dû terefan, Îsraîlê qebûl kiriye lê heya niha Hamasê bersiv nedaye û li benda bersiva Hamasê ne.
Eger lihevkirin bibe wê Hamas temamê esîrên Îsraîlê serbest berde û Îsraîl di nav 4 mehan de ast bi ast agirbesê bike.
Li gor ragihandina malpera nûçeyan ya "Sky News Arabia"; li Parîsê do rêvebirên Îsraîl, Amerîka, Qatar û Misrê li ser guherandina esîran hevdîtin kirin.
Hat gotin ku pêşniyarên navbeynkaran ji terefê Îsraîlê de hatiye qebûlkirin. Îro pêşniyaran ji Hamasê re şandine û li benda bersiva Hamasê ne.
Îsraîl û Hamas heya niha di mijarê de axaftin nekirine lê li ser mijarê serokê CIAyê William Bill Burns, serokê Mossadê David Barnea, serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Qatarê Muhammed bin Abdurrahman Al Sani, serokê îstîxbarata Misrê Abbas Kamil duhî li Parîsê ji bo navbeynkariya her du terefan civiyabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin