Rayedarên Îsraîlê: Em hê jî dûrî lihevkirina ser pevguhertina dîlan e

22 December 2024 15:41 0 dîtin
Rayedarên Îsraîlê: Em hê jî dûrî lihevkirina ser pevguhertina dîlan e

PeyamaKurd – Rayedarên Îsraîlê ji televizyona dewletê KANê re ragihandine ku ew hê jî pir dûrî lihevkirina pevguhertina dîlan a bi Tevgera Hemasê re ne.

Berpirsên Îsraîlî li ser danûstandinên pevguhertina dîlan ji KANê re dane xuyakirin, hê jî ew dûrî formuleke ji bo pevguhertina dîlan bê qebûlkirin in û zêde pêşveçûn di wê mijarê de çênebûye.

Hêjayî gotinê ye, hê jî nêzî 200 rehîneyên îsraîlî di destê Hemasê de ne ku dema êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan hatibûn revandin û Îsraîl jî hewl dide hemûyan bi carekê rizgar bike.

Serokwezîrê ÎSraîlê Benyamîn Netanyahû jî ragihandibû ku ew heta Hemasê bi temamî tune nekin, ew dê êrîşên ser Xezeyê ranewestînin.