Îsraîl û Hemas ji nû ve dest bi pevguhertina dîlan dikin

10 January 2024 17:08 0 dîtin
Îsraîl û Hemas ji nû ve dest bi pevguhertina dîlan dikin

PeyamaKurd - Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Qeterê ji bo pevguhertina dîlên Îsraîlî û girtiyên Hemasî di navbera Hamas û Îsraîlê de li Dohayê civiyan.

Hat ragihandin ku rayedarên DYA û Qeterê ji bo pevguhertina dîl û girtiyan li Dohayê li hev civiyan û li ser xebatên peymaneke nû dest bi gotûbêjan kirine.

 Li gor agahiyên 3 jêderên dîplomatîk ên ku naxwazin navê wan bêne aşkerekirin, Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê DYAyê Brett McGurk bi vê mebestê, li Dohayê bi Serokwezîrê Qeterê Muhammed Bin Abdurrahman Al Sanî re hevdîtinek pêk aniye.

Di hevdîtinê de aloziyên herêmî û hewlên ji bo pevguhertina dîlen Îsraîlî û girtiyên Hemasî yên di navbera Hemas û Îsraîlê de hatine gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyên ku ji jêderan hatiye wergirtin, hevdîtinên ku piştî Îsraîlê li Beyrûdê damezirînerê Hemasê Salih el-Arûrî kuşt, ji aliyê Hamasê ve hatibûn rawestandin, di destpêka vê hefteyê de ji nû ve dest pê dikin.

Di 7ê Cotmeha sala çûyî de, piştî ku Hemasê li dijî Îsraîlê êrîşeke mezin pêk anî û bi sedan Îsraîlî kuşt û bi sedan kesan jî dîl girt, Îsraîlê jî li Xezzeyê, li dijî Hemasê dest bi  operasyoneke mezin kir. Piştî demekê bi ser şer û pevçûnên navbera herdû aliyan, bi navbeynkariya DYA û Qeterê aliyan pevguhertina beşek ji dîl û girtiyan pêk anî lê belê piştî kuştina Arûrî pevguhertin rawestiyabûn.