Rusya: Dibe ku Putin pêsniyaza li ser hevdîtinan qebûl bike
PeyamaKurd- Bi rêya daxuyaniyekê, ji Kremlînê hat ragihandin ku dibe ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li ser pêşniyaza Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, daxwaza hevdîtinên bi Ukraynayê re binirxîne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê berdevkiya Kremlînê ve hat dayîn de hat ragihandin ku dibe Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, tevlî Lutkeya Astanayê bibe û ligel Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin hevdîtinek bike. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku
“Dibe ku Putin û Erdogan, li ser pêşniyaza Tirkiyeyê ya ku Tirkiye dixwaze mazûvaniya hevdîtinên Rusya û Ukraynayê bike, hevdîtinek bikin.”
Her wiha di daxuyaniyê de li ser bombardumana ku vê sibehê li navendên bajaran hat kirin jî nirxandinek hat kirin û hat diyarkirin ku
“Ev hemû, di çarçoveya operasyona taybet a leşkerî de dibin. Agahiya Putin, ji bombekirina bajarên Ukraynayê heye û di bin banê van agahiyan de bombarduman tê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin