Rusya: Dibe ku Putin û Biden, hevdîtinek bikin!
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dimirtiy Peskov, di derbarê hegera ku rayedarên Rusya û Amerîkayê hevdîtinek bikin de daxuyaniyek da û ragihand ku li ser daxwaza Rusyayê ya ragihandina fikaran, dibe ku Putin û Biden hevdîtinek bikin.
Dimitriy Peskov, li ser pêşniyazên ku sala par bûbûn sedema nîqaşan, peyameke nû da rayedarên Amerîkayê. Peskov ragihand ku encax hevdîtina Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser guhdarîkirina Amerîkayê ya li fikarên Rusyayê pêkan e.
Peskov di dewama daxuyaniyê de got,
“Ji bilî daxwaza guhdarîkirina rayedarên Amerîkayê ya li fikarên me, hevdîtin bi pirsîna pirsa ‘Tiştên ku Rus pêşkêş dikin, dibe ku ne li gorî me hemûyan bin lê belê hêja ye ku em li ser maseyekê rûnin.’ ve girêdayî ye. Qesta min, belgeyên ku hem li Brukselê hem li Washingtonê hatibûn radestkirin e.”
Peskov diyar ku di demên dawî de hegera hevdîtina Putin û Biden zêde tê axaftin û Putin hewcedarî bi hevdîtinek wiha nabîne. Dimitriy Peskov bi berdewamî got,
“Di serê meha Cothemê de Putin ragihandibû ku pêwîstî bi tiştekî wisa tuneye. Heta niha, ji bo hevdîtinan platformek nehatiye pêkanîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin