Kremlîn: Dibe ku Putin û Erdogan hevdîtinek bikin
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov, ji Moskowê ragihand ku dibe Serokê Dewleta Rusyayê û Serokomarê Tirkiyeyê, li ser dirêjkirina peymana dexil û dan û korîdorê, hevdîtinek bikin.
Dimitriy Peskov, li paytexta Rusyayê ya Moskowê, pirsên rojnamevanan bersivand û pirsên di derbarê dirêjkirina peymana dexil û danê Ukraynayê ku di 19ê Mijdarê de bi dawî dibe, bersivand.
Berdevk Peskov got, “Wekî hûn dizanin, em qala rakirina peymanên sînorkirina hinardeya berheman dikin. Bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re pêwendiyên çêker hene. Di derbarê dirêjkirina peymana dexil û dan a ku di 19ê vê mehê de bi dawî dibe de dan û stendin dewam dikin.
Pispor li ser vê mijarê bi awayekî têr û tijî dixebitin. Dema hewcedarî çêbibe, dibe ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî li ser korîdora dexil û dan hevdîtinek bikin.”
Dmitriy Peskov bi berdewamî got ku ji bo dirêjkirina peymanê, pêşveçûnên erênî hene lê belê divê peymanên ku berê hatibûn çêkirin, bi rêk û pêk werin pêkanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin