Kremlîn: Putin û Erdogan, van rojan dicivin

01 September 2023 17:00 0 dîtin
Kremlîn: Putin û Erdogan, van rojan dicivin

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Koşka Kremlînê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin dê di 4ê Îlonê de bicivin.

Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re ku duh li Moskowê pêk hat, Kremlînê piştrast kir ku hevdîtina Erdogan û Putin ku tê çaverêkirin dê di 4ê Îlonê de li Soçiyê pêk were.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê 4ê Îlonê li Soçiyê bicivin. Peskov, di dewama agahiyên ku di civîna çapemeniyê de ragihand de got ku

"Civîn dê roja duşemê li Soçiyê bê kirin û civîna navborî dê di danê nîvrojê de were rêvebirin.”