Kremlîn: Putin û Erdogan dê îro biaxivin
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Koşka Kremlînê ve hat ragihandin ku îro Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re bi telefonê biaxive.
Di agahiyên hatin dayîn de hat ragihandin ku di pêvajoya ku Rusya û Tirkiye amadekariya barkirina sotemeniya ewil a Santrala Nukleerî ya Akkuyu ya Mêrsînê dikin de Serokê Rusyayê Vladimir Putin, dê bi pêwendiyeke telefonê ligel Erdogan biaxive.
Her wiha hat eşkerekirin ku di derbarê nûçeyên tenduristiya Erdogan de tu agahî li ber destên wan tunene.
Beriya çend rojan, Erdogan di bernameyeke televîzyonê nexweş ketibû û piştî wê jî hatibû ragihandin ku mîtînga wî ya Mêrsînê hatiye taloqkirin û ew ê bi awayê online beşdarî vekirina Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin