Kremlîn: Wê Pûtîn û Erdogan li ser Sûriye û Libyayê biaxivin
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku îhtimal e îro Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî pêk bînin.
Peskov da xuyakirin ku dê di pêwendiya herdu serokan de mijarên Sûriye, Libya û herêmê werin axaftin.
Peskov li ser daxuyaniyên Erdogan ên di vegera Ûkraynayê de gotibû, dibe îro-sibe bi Pûtîn re biaxive wiha got ku ne dûrî îhtimalê ye, dê mijarên Sûriye, Libya û herêmê bên axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin