Erdogan û Pûtîn mijiarên têkildarî Sûriye û Ukraynayê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi rêya telefonê axivîn.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê ragihand ku di pêwendiya Erdogan-Pûtîn de, têkiliyên herdu welatan û mijarên herêmî hatine axaftin.
Hat diyarkirin ku pêşhatên şerê Ukraynayê û xebatên bo peymana zad û geşedanên Sûriyeyê jî hatin gotûbêjkirin.
Biryar bû Erdogan û Pûtîn beşdarî merasîma Santrala Elektrîka Nukleerî ya Akkuyu bibin ku Erdogan ji ber nexweşiyê beşdarî nekir.
Erdogan di pêwendiya telefonî de, spasiya Pûtîn ji bo alîkariyên Santrala Akkuyu kir û Pûtîn jî selametî jê re xwest. Piştî vê pêwendiyê jî herdu serok bi rêya vîdyoyê beşdarî merasîma li Santrala Akkuyu bûn û gotarên xwe pêşkeş kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin