Erdogan û Pûtîn li ser pêshatên krîtîk ên Sûriye, Libya û Derya Spî axivîn

17 August 2020 14:46 0 dîtin
Erdogan û Pûtîn li ser pêshatên krîtîk ên Sûriye, Libya û Derya Spî axivîn

PeyamaKurd – Serokmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di pêwendiyeke telefonî de, li ser mijarên krîtîk ên li Libya, Sûriye û Derya Spî axivîn.

Li gorî ragihandina medya tirk, di pêwendiyê de Erdogan û Pûtîn, rewşa dawî ya li ser geşepêdanên li Libya, Sûriye û aloziya Derya Spî gotûbêj kirin û girîngiya berdewama dîyaloga leşkerî, siyasî û dîplomatîk a navbera aliyan anîn ziman.

Herwiha hatiye ragihandin ku ji bilî wan mijarên krîtîk, li ser danûstandinên aborî û enerjiyê jî herdu lîder axivîne.