DYAyê bi dizî mûsekên dûravêj dane Ûkraynayê

25 April 2024 09:27 0 dîtin
DYAyê bi dizî mûsekên dûravêj dane Ûkraynayê

PeyamaKurd – Rêvebirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştrast kirin ku Ûkraynayê mûşekên dûravêj ên ku DYAyê bi dizî dabûyê li dijî hêzên Rûsyayê bikar anîne.

Hat destnîşankirin ku ev çek di çarçoveya pakêta alîkariyê ya 300 milyon dolarî ya ku meha borî ji aliyê Serokê DYAyê Joe Biden ve hatibû pesendkirin û vê mehê ji Ûkraynayê re hatibûn şandin.

Medya Amerîkî ragihand ku ev mûşek herî kêm carekê ji bo lêdana hêzên Rûs ên li Kirimê hatine bikaranîn.

DYAyê beriya niha ji Ûkraynayê re pergalên mûşekên taktîkî yên menzîla navîn dişand, lê belê ji ber fikarên di derbarê amadebûna leşkerî, ji şandina çekên bihêztir nerazî bû.

Lê belê hat diyarkirin ku Biden di meha sibatê de ji bo şandina pergalên mûşekên dûravêj ku menzîla wan 300 kîlometro ye destûr daye.

Berdevkê Wezareta Derve Vedant Patel di derbarê mijarê de got: "Ez dikarim piştrast bikim ku bi fermana rasterast a Serok, DYA mûşekên dûravêj dane Ûkraynayê."

Sullivan: DYA plan dike zêdetir bişîne

Li gel van geşedanan jî nayê zanîn ku DYAyê çend mûşek dane Ûkraynayê, lê belê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYAyê Jake Sullivan diyar kir ku Washington plan dike ku ji Ûkraynayê re zêdetir mûşekan bişîne.

Reutersê, li ser zarê rayedarekî DYAyî ku nexwestiye navê wî bihê eşkerekirin, ragihand ku mûşekên dûravêj ji bo xistina firokeyên Rûs yekem car li Kirimê hatine bikaranîn.

Rojnameya New York Timesê jî nivîsî ku ew mûşek li bajarê bendera Berdyanskê ya dagirkirî jî li dijî Rûsyayê hatine bikaranîn.