DYAyê firotina mûsekên Stinger a ji bo Misirê pesend kir

25 September 2024 15:36 0 dîtin
DYAyê firotina mûsekên Stinger a ji bo Misirê pesend kir

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku Wezareta Derve ya DYAyê firotina sîstema parastinê ya mûşekên Stinger a ji bo Misirê, bi berdêla 740 milyon dolarî pesend kiriye.

Weke tê zanîn Ûkraynayê jî ji bo hêrişên Rûsyayê li hewayê pûç bike, ji DYAyê daxwaza van mûşekan kiribû.

Hate ragihandin ku Misir, wê van mûşekên Stinger li maşînên ku bi pergala avêtinê ya Avenger ve girêdayî ne, li şûna mûşekên di dest xwe de girê bide.

Li gorî nûçeya Reutersê, PENTAGONê ragihandiye ku peymankarê sereke yê frotina van mûşekan RTX be.

Havîna çûyî, gelek welatên endamên NATOyê jî, bi berdêla 700 milyon dolarî, ji DYAyê mûşekên Stinger sipardiş kiribûn.

Piştî daxwaza Misirê, tevahiya sipardişan zêde bû û ev yek bû sedema ku kapasîteya hilberînê ya DYAyê heya 2029an tijî bibe.