Artêsa DYAyê: Me 80 froke û 6 mûsekên Îranê têk birin

15 April 2024 15:29 0 dîtin
Artêsa DYAyê: Me 80 froke û 6 mûsekên Îranê têk birin

PeyamaKurd - Fermandehiya Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku di 13 û 14ê Avrêlê zêdetirî 80 firokeyên bêmirov û 6 mûşekên balîstîk ên ku ji Îranê û Yemenê ber bi Îsraîlê ve diçûn ji aliyê hêzên wan ve hatine têkbirin.

Di daxuyaniya ku li ser platforma Xê ya CENTCOMê hat weşandin de hat ragihandin ku hêzên DYAyê, beriya ku bên avêtin li Yemênê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de mûşekên balîstîk û frokeyên bêmirov têk birine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêzên me ji bo piştgiriya parastinê ya Îsraîlê, li hemberî kiryarên xeternak ên Îranê amade ne.”

CENTCOMê her wiha tekeziyê li ser wê yekê kir ku domandina bizavên xerab ên bêsînor ên Îranê, aramiya navçêyê, ewlehiya DYAyê û hêzên hevpeyman dixe metirsiyê.

Fermandariya Navendî diyar kir ku ew ê bi hevkarên xwe yên li herêmê re ji bo ewlehiya herêmê xebatên xwe bidomînin.