Ajansa Pasdaran: Tehranê mûsekên balîstîkî dane Hûsiyan

30 May 2024 14:14 0 dîtin
Ajansa Pasdaran: Tehranê mûsekên balîstîkî dane Hûsiyan

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Tasnîm ragihand ku rejîmê mûşekên balîstîkî yên Qadir ku ji deryayê ve jî têne avêtin dane Hûsiyên Yemenê.

Tasnîma girêdayî hêzên Pasdaran ên rejîma Îranê ye di nûçeya xwe de diyar kir ku Tehranê mûşekên balîstîkî yên bi navê Qadir ku ji deryayê ve jî dikarin bêne avêtin daye Hûsiyên Yemenê.

Di nûçeya Tasnîmê de wiha hate gotin: “Mûşekên Qadir, niha bûne kartek ku dikare li hember berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendê wê yê sereke yê li navçêyê Rejîma Siyonîstî bibe asteng."

Her çend Tasnîma Pasdaran vê yekê ragihande jî, ji rêveberiya siyasî ya Tehranê heta niha ti daxuyaniyek nehat belavkirin.

Wezareta Derve ya Îranê bersiv neda pirsên di derbarê vê mijarê de.

Li gel ku bi aşkere tê zanîn ku rejîma Îranê piştgiriyê dide Hûsiyên Yemenê jî, berpirsên rejîmê çendîn caran vê yekê red kirine.