2 welatên NATOyê ji Ukrayna re tankên Leopard dabîn dikin
PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên Denmark û Holendayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku ew dê tankên Leopard 2 ji bo Ukraynayê dabîn bikin.
Di daxuyaniya hevpar de hatiye ragihandin ku dê herdu welat bi qasî nirxê 165 milyon euroyan tankên Leopard 2 nûjen bikin û radestî Ukraynayê bikin.
Beriya niha Almanyayê jî ragihandibû ku ew dê 14 tankên Leopard 2 ji Ukraynayê re ji bo rûbirûbûna şerê Rûsyayê bişînin.
Hêjayî gotinê ye, welatên endamên NATOyê piştgiriyeke xurt didin Ukraynayê di şerê wê yê Rûsyayê de ku Rûsya jî ji Îran û Çînê alîkariyan distîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin