Ukraynayê pistî tankên Leopard û Abrams vê carê jî 24 balafirên ser xwest
PeyamaKurd – Rêveberiya Ukraynayê piştî sewqîyatên tankên Leopard 2 yên Almanî û Abrams M1 yên Amerîkî, vê carê jî ji bo şerê Rûsyayê bike 24 balafirên şer xwest.
Berdevkê Hêzên Asmanî yên Ukraynayê Yuri Ihnat, ji rojnameya El Pais re daye xuyakirin ku ji bo wan karê pêşîne balafirên F-16 ên Amerîkî ye, lê ew balafirên Rafael ên Fransî û Gripen ên Swêd jî difikirin.
Ihnat got ku ew 24 balafirên şer dixwazin ku bi du pakêtên fîloyên 12 balafiran radestî wan bêne kirin.
Herwiha Ihnat daye zanîn ku ji bo perwerdeya pîlotan herî kêm 6 meh pêwîst e û ji bo wan bijardeya herî baş balafirên F-16 ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin