Welatekî YEyê, ji bo Ukraynayê tanqên Leopard kirîn
PeyamaKurd- Rêveberê Kompaniya Parastinê ya Taybet OIP Land Systemsê Freddy Versluys ragihand ku welatekî Yekîtiya Ewropayê, ji bo ku bide Ukraynayê, 49 tanqên Leopard ên destê duyem kirin.
Freddy Versluys diyar kir ku tanqên şer ên sereke yên berê yên Belçîkayê firotine, dikarin di nav şeş mehan de şer bikin.
Versluys da zanîn ku bi dehan ji van tanqên Leopard 1 ku berê li Belçîkayê bûn, ji aliyê welatekî mezin ê Ewropayê ve ji bo artêşa Ukraynayê ya ku bi Rusyayê re şer dike kirîne.
Freddy Versluys da zanîn ku ji ber xala nepenîtiyê ya di peymanê de wî nekariye navê wî welatî bide, lê çavkanî dibêjin ku ev welat Almanya ye.
Versluysê ku bihayê firotinê jî eşkere nekir, diyar kir ku dibe ku ew tanq heta şeş mehan dakevin qada şer a li Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin