Welatekî din jî hawirdeya genimê ji Ukraynayê qedexe kir!

19 April 2023 16:30 0 dîtin
Welatekî din jî hawirdeya genimê ji Ukraynayê qedexe kir!

PeyamaKurd- Piştî Polonya û Macarîstanê, Slovakyayê jî bi awayekî demkî hawirdeya genim a ji Ukraynayê qedexe kir.

berevajî Polonya û Macarîstanê, Slovakyayê ne ji bo parastina karkerên xwe yên çandiniyê, ji ber ku genimê ku ji Ukraynayê tê hawirdekirin, dermanên ku zirarê didin tenduristiya mirovan hene, biryara qedexekirinê da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Slovakyayê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di bin navê hevgirtinê de di kontrolkirina herikîna genim a ji Ukraynayê de hemû derfetên qanûnî ji holê rabûne û nayê zanîn ku qedexe dê kengê bi dawî bibe.

Polonya û Macarîstanê, heta 30ê Hezîranê dawiya hefteya borî hawirdeya genimî ji Ukraynayê qedexe kiribû. Macarîstanê ji bo parastina bazara xwe ya navxweyî îthalata berhemên çandiniyê yên wekî dexil û tovên rûn qedexe kiribû. 

Li Polonyayê ji xeynî dexil û dan, hinardeya xwarina hişk, tov, firingî, hinar, fêkî û sebze, berhemên fêkî û sebzeyan, hilberên, şekir, şerab, goşt, goştê beraz, mirîşk, hêk, şîr û berhemên şîrî hatin qedexekirin.