Welatekî, dergehên xwe li koçberên Ukraynayê girtin

08 December 2022 16:30 0 dîtin
Welatekî, dergehên xwe li koçberên Ukraynayê girtin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Estonyayê ve hat ragihandin ku welatê wan, niha bi pêleke nû ya koçberên Ukraynayî re rû bi rû maye û êdî ew ê nikaribin koçberan qebûl bikin.

Serokwezîra Estonyayê Kaja Kalla, bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku welatê wan nikare pêleke nû ya koçberên Ukraynayê qebûl bike û da zanîn ku ew di vê mijarê li benda alîkariya welatên din ên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne û nemaze li benda alîkariya Finlandiyayê ne.

Kaja Kallas diyar kir ku ew bi comerdiya welatê xwe ya ji Ukraynayiyan re serbilind e û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Sînorê her tiştî heye. Dema ku em êdî nikaribin koçberan qebûl bikin, sedem ew e ku ji ber xanî û karên me qediyan û yên din dê berpirsyariyê hilbigirin ser milên xwe. Me bi rayedarên Finlandiyayê re hevdîtin kirin ku êdî em nikarin alîkariya koçberên ji Ukraynayê bikin.”

Ji aliyê din ve Kallas  tekez kir ku ji bo afirandina şert û mercên jiyanê da ku xelk ji welatê xwe dernekevin, wan alîkariya Kievê kiriye.