Herdu welatan, hawirdeya genimê Ukraynayê rawestand!
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên wezaretên çandiniyê yên Polonya û Macarîstanê ve hat ragihandin ku hawirdeya genimî ya ji Ukraynayê, hatiye rawestandin.
Wezareta Çandiniyê ya Polonyayê û Wezareta Çandiniyê ya Macarîstanê ragihand ku wan hawirdeya genimî ya ji Ukraynayê rawestandiye.
Wezareta Çandiniyê ya Polonyayê tekez kir ku ev biryar ji bo parastina welêt hatiye dayîn û piştgiriya wan a ji bo Ukraynayê, dê berdewam bike.
Rayedarên Wezareta Çandiniyê ya Macarîstanê jî di daxuyaniyekê de got ku "Macaristan dê hawirdeya dexil û tovên rûn ên ku ji Ukrayna yan ji Ukraynayê ne û hem jî hin hilberên din ên çandiniyê, qedexe bike. Berdewamiya pêvajoyên bazarê yên heyî, dê zerereke ewqas cidî bide çandiniya Macaristanê ku divê ji bo rawestandina wan, bergirên awarte bên danîn.
Em piştgiriya Ukraynayê dikin û em ê piştgiriya wê berdewam bikin. Lê belê erka dewletê, parastina berjewendiyên hemwelatiyên xwe ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin