YEyê, qedexeyên 5 welatan ên li ser hawirdeya genimî dirêj kir
PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE), qedexeya hawirdeya berhemên genimî yên ji Ukraynayê ji aliyê Polonya, Macarîstan, Romanya, Slovakya û Bulgarîstanê ve heta 15ê Îlonê dirêj kir.
Komîsyona YEyê biryarên nû yên li ser hawirdeya berhemên çandiniyê yên ji Ukraynayê de hatin girtin eşkere kir.
Li gorî van biryaran, bergirên îstîsna û demkî yên ji bo hawirdeya genimî, ceh, tov û gulberojê ya ji Ukraynayê ku di 2yê Gulanê de ji bo Polonya, Macarîstan, Romanya, Slovakya û Bulgarîstanê ketibûn meriyetê û îro bi dawî bû, dê heta 15ê Îlonê dewam bike.
Hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de her 5 welat ji bo astengkirina sewqiyata genimê Ukraynayê ya ji bo welatên din ên endamên YEyê, tu tedbîran nagirin.
Ji ber tengasiyên cidî yên lojîstîkî û kapasîteyên kêmkirina depokirina genimî ya beriya demsala dirûnê, van welatan daxwaza berdewamiya qedexeyên li ser genimê Ukraynayê dikir.
Piştî destpêkirina şerê navbera Rusya û Ukraynayê û nekarîna barkirina ji benderên Deryaya Reş ji bo demeke dirêj, hejmareke girîng ji genim û hilberên xwarinê yên Ukraynayê bi rêya bejahî ji bo welatên Ewropaya Rojhilat û Navîn dest pê kir.
Gelek berhemên çandiniyê yên ji Ukraynayê ketin bazarên welatên sînorî yên wekî Polonya, Macarîstan, Romanya, Slovakya û Bulgarîstanê. Berhemên dexil û xwarinê yên Ukraynî yên nisbeten erzan hilberînerên van welatan aciz kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin