Tirkiyeyê ji bo 6 welatan muafiyeta vîzeyê da
PeyamaKurd – Biryarnameya Serokomariyê ya ku derbarê vîzeya xwediyên pasaportên asayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Behreyn, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Kanada, Erebîstana Siûdî û Umanê de ji bo seferên geştiyariyê yên ji bo Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor biryara ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, ji xwediyên pasaportên asayî yên Amerîka, Behreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Kanada, Erebistana Siûdî û Umanê re, ji bo geştiyariya xwe di her 180 rojan de 90 rojan ji vîzeyê re 90 muafiyet bê dayîn ji bo seferên Tirkiyeyê.
Ev biryar li gorî xala 18an a Qanûna Biyaniyan û Parastina Navneteweyî ya bi hejmara 6458an hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin