Îngilîstanê muafiyeta vîzeyê ji bo çend welatên Ereb da

01 January 2024 12:48 0 dîtin
Îngilîstanê muafiyeta vîzeyê ji bo çend welatên Ereb da

PeyamaKurd – Di çarçoveya projeya derbasbûna sînorên dîjîtal a Îngilîstanê de heta sala 2025an, ji 6 welatên Ereb re muafiyeta vîzeyê hat dayîn.

Li gorî agahiyên di beşa koçberiyê ya serîlêdana rêveberiya elektronîkî ya Îngilîstanê de, di sala nû de welatiyên Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), Kuweyt, Uman, Behreyn û Urdunê wê bibin xwedî îmtiyaz ku bê vîze derbasî Îngilîstanê bibin. Sersal.

Biryara Brîtanyayê piştî 22ê Sibata 2024an wê derbasdar be, wek gavek ber bi cîbicîkirina projeya "destûra rêwîtiya elektronîkî" ya ku paşeroja sînorên wê dirust dike, lê jixwe mafê welatiyên Qeterê heye ku serlêdanê bikin.

Hemwelatiyên welatên Ereb, di nav de Welatên Hevkariya Kendavê, û Urdunî, bêyî ku pitik bin an zarok bin, wê bi heqê 10 sterlîn ve bi serbestî derbasî Îngilîstanê bibin.

Digel ku azadiya têketinê ya ku bi yek serîlêdanê wê du salan derbasdar be, wê gelek derfetên rêwîtiyê peyda bike, wê ji van kesan re 6 mehan were dayîn ku li welêt bimînin, karsaziyê bikin, perwerdehiyê bibînin û xwe tedawî bikin.